TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Me li ser banga NY çalakiyên leskerî rawestandin

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2020 16:03

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser banga Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, çalakiyên xwe yên leşkerî rawestandin.

Guterres bangewazî kiribû ji bo rê li ber belavbûna vîrusa koronayê li Sûriyê were girtin şer were rawestandin. 

Berdevekê HSDê Gabriel Kîno ragihand: “Rawestandina çalakiyên leşkerî, li ser banaga Sekretêrê Giştî yê NY ye. Ku bang li hemû aliyên pevçûyî kiribû ji bo şer li Sûriyê rawestînin, heta ku Koçberî çênebe û rêgirî li belavbûna vîrusa koronayê di Sûriyê de were girtin."

Parve bike: