HSD û Hevpeymaniyê bi operasyoneke taybet 3 DAISiyên birayên hev girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di encama operasyoneke hevbeş de, li derdora bajarokê Holê yê li rojhilatê bajarê Heseke, 3 çekdarên DAIŞê yên birayên hev ku xwediyê dikaneke bihevguhertina diravan bûn, desteser kirin.
HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, li derdora bajarokê Holê li rojhilatê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, di operasyoneke taybet a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de xwediyê dikaneke bihevguhertina dirav û hewaleyan û 2 birayên wî bi tohmeta DAIŞê hatin girtin.
HSDê diyar kir, “Yekîneyên me yên taybet ên HSDê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bajarokê Holê (nêzî kampa holê) yê li rojhilatê bajarê Hesekê şaneke fînansekirina DAIŞ’ê ku ji sê terorîstan pêk dihat girtin.
Terorîstên hatin girtin ji veguhestina pereyên fînansekirina şanên DAIŞê li gundewarê Hesekê û deverên din li bakur û rojhilatê Sûriyê berpirs in. Çek, alav û belge hatin bidesthistin.”
HSDê 9ê Hezîranê jî ragihandibû ku hêzên wan li gundê Etale yê li gundewarê bajarokê Şeddadê yê li başûrê Hesekê, serkirdeyekî DAIŞê kuştine.