TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD û Hevpeymaniyê li Dêrezorê dewriyeya hevbes pêk anîn

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 24 nîsan 2024 17:58

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya wê dike û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) serkêşiya wê dike li bejahiya Dêrezorê dewriyeyeke leşkerî ya hevpar pêk anîn e.

Li gorî Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên HSDê û yên Hevpeymaniya Navneteweyî, li gundewarê Dêrezorê dewriyeyeke hevbeş a leşkerî pêk anîn.

Di nûçeya SOHRê de hate diyarkirin ku di dema dewriyeya hevpar a li bajaroka Zeyban a li nêzîkî Pira El Meyadîn a li rojhilatê bejahiya Dêrezorê bi 8 maşînên zirxî pêk hat de, helîkoptêrên hevpeymaniyê jî li hewa çavdêriya dewriyeyê dikir. 

Parve bike: