TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka û Misrê li dijî ‘gefên deryayî’ tetbîqata hevbes pêk anîn

Admin H
Nivîskar
📅 04 îlon 2022 17:56

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên deryavaniya Amerîka û Misrê li herêma fîloya bakur li dijî gefên li ser keştiyên derbas dibin, tetbîqateke hevbeş a hêzên deryavaniyê pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Artêşa Misrê Xerîb Ebdulhafiz, tetbîqat li herêma fîloya bakur li dijî gefên deryayî hatine kirin.

Di tetbîqatê de keştiya Cemal Abdunnasir a helîkopteran a Misrê jî di nav de, keştiya destroyer a Amerîkî USS Delbert D. Black beşdarî kiriye.

Hat diyarkirin ku ew tetbîqat ji bo ewlehiya bazirganiya navnetewî ya li ser deryayê hatiye encamdan.

Centcomê jî beriya niha ragihandibû keştiya USS Delbert D. Black 30yê Tebaxê ji kanala Suweyşê derbas bûye û tevlî fîloya 5an a Amerîkayê bûye.

Parve bike: