TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê 6 kesên çek û cebilxanê wan didizîn û difrotin girtin

Admin L
Nivîskar
📅 16 îlon 2020 14:27

PeyamaKurd – Ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), 6 kesên çek û cebilxanê wan didizîn û difrotin, hatin girtin.

Li gor berpirsekî HSDê ji malpereka nêzîkî PYDê re diyar kir, do hêzên wan 6 kesên çek û cebilxane ji HSDê didizîn û difrotin, girtin.

Herwiha berpirsê HSDê destnîşan kir, wan kesan kalaşnîkof, gule, şarjor û perçeyên zerêpoşan didizîn û difrotin.

Di derbarê wan kesan de, tu agahiyên din nehatin eşkerekirin.

Parve bike: