Kurdistan
HSDê amarên serê 2 rojan eskere kir
PeyamaKurd - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di 2 rojên dawî yên êrîşên ser herêmên Til Temir û Eyn Îsayê de, 3 sivîl birîndar bûne û artêşa Tirkiyê digel komên çekdarên girêdayî xwe çend caran hewil daye herêmên nû jî dagir bike.
Li gorî daxuyaniyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar bi çekên giran êrîşî gundên Til Hermil, Im el-Işba, Til Mihemed û El Rabîat yên Til Temirê kirine û hewl dane herêmên nû li ser dagirkeriya xwe zêde bikin.
Herwiha li eniya Eyn Îsa jî komên çekdar bi çekên giran êrîşî gundên Gabar, Kefîfa û Xirbit Faris kiriye û li wir jî hewil dane qadên kontrola xwe zêde bikin.
HSDê ragihand ku di encama van êrîşan de şervanekî wan birîndar bûye.