Kurdistan
HSDê Hecîn kontrol kir, 300 sivîl hatin rizgar kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ku digel hevpeymaniya navdewletî şerê dijî DAIŞê dikin, bajaroka Hecîn a li sînorê Iraq-Sûriyê ji terorîstên DAIŞê paqij kiriye û 300 sivîl jî bi operasyonê hatin rizgar kirin.
Nivîsgeha fermî ya HSDê ragihand, tevî ku li hin herêman şerekî dijwar berdewam e jî bajaroka Hecînê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye paqijkirin.
HSDê herwiha diyar kir ku hêzên wan di encama operasyonên li bajarokên Hecîn û Susê yên Dêrazorê de, 300 xelkê sivîl ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirine.
Hat ragihandin ku hîn jî şerekî dijwar li herêmê berdewam e.