TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Siwêdayê di pevçûnên leşkerî de 2 sivîl hatin kuştin

Admin H
Nivîskar
📅 31 tebax 2026 13:35

PeyamaKurd - Li rojavayê bajarê Siwêdayê ku dikeve başûrê Sûriyeyê, di navbera hêzên hikûmeta Şamê û komên çekdar ên herêmî yên Durzî de pevçûnên tund derketin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên herêmî ji Ajansa Fransayê (AFP) re piştrast kirin ku ev pevçûn ji şeva şemiyê ve berdewam dikin û di encama wan de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke ewlehiyê hatine wergirtin, guleyeke topê ji herêmên di bin kontrola hêzên hikûmetê de hatiye avêtin û li derdora bajarê Siwêdayê ketiye ser traktorekê. Di encama vê êrişa topxaneyê de 2 kesên ku di ser traktora xwe de bûn di cih de mirine.

Rewşa ewlehiyê ya li herêmê hîn jî germ e û pevçûnên car bi car dewam dikin.

Parve bike: