Kurdistan
HUDA-PAR: Em nakevin hilbijartinên herêmî
PeyamaKurd - Partiya Doza Azad (Huda-Par) biryar da ku nekeve hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an.
Cîgirê Serokê Giştî yê Huda-Parê Mahmût Şahîn ragihand ku wan biryar standiye wekî partî nekevin hilbijartinên herêmî û diyar kir ku ew biryara wan nayê wateya boykotkirina hilbijartinan.
Şahîn diyar kir ku wan ji ber sedemên aborî ew biryar wergirtiye û ew dixwazin ji bo hedefên dahatuyê xwe amade bikin.