TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îdîa ku jina xwe kuştiye: “Jinikê ez xapandim û min jî ew kuşt”

Admin M
Nivîskar
📅 20 tebax 2026 15:30

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Midyadê li taxa Baxlara jina bi navê Bedriye Naz ku 4 zarokên wê hebûn, ji balkona qata 5an de ketibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Malbat û parêzerê malbatê ragihandin ku rûdan kuştine, ne qezaye û zilamê jinikê Levent Naz piştî mirina jina xwe li eqrebayên xwe geriyaye û gotiye:

“Min jina xwe kuşt. Min berê plan kiribû ji ber jinikê ez xapandim û min jî ew kuşt. Werin wê bibin.”

Li ser rûdanê xwuşka jinikê Filiz Dilekçi (27) got:

“Xwuşka min a ciwan kuştin. Mêrê wê ji qata 5an wê dehf da û kuşt. Ew Levent Naz ê bê wijdan ne tenê Bedriye Naz kuşt lê 4 zarokan bê dê hişt.”

Rûdan di 11ê Tebaxa 2026an de li navça Midyadê li taxa Baxlara qewimî. Li ser ku goya Bedriye Naz ji balkonê ketiye, tîmên tenduristiyê û polîs çûbûn ciyê qezayê. Dîtibûn ku Bedriye Naz jiyana xwe ji dest daye. Cenaze şandibûn nexweşxana lêkolînê û perwerdê ya Mêrdînê ji bo otopsiyê. Paşî cenazê wê li Midyadê defin kiribûn.

Di çarçova lêpirsîna bûyerê de zilam Levent Naz (32) bi sedema bi jina xwe re munaqeşe kiriye wî xistin bin çav û piştî îfadên wî li asayîşê sitendin şandin dadgehê û dadgeh biryara girtina wî da û wî şandin zîndanê.

Parêzera Bedriye Naz, Gurbet Bilbay ragihand ku jinik salekî berê dixwest xwe bide berdan, mêzêna zilamê wê xerab bû û nedixwest jina xwe berde. Bilbay got ku bûyer ketina ji balkonê nîne û weha got:

“Bedriye Naz ji balkonê neket, wê avêt û hat kuştin. Naz berya bimre bi çend deqeyan çima li xwuşka xwe geriya? Çima piştî ketina wê, zilam li zavayê xwe digere, dibêje ku jina xwe kuştiye û kuştinê berê plan kiriye, jinik wî xapandiye û bila herin wê bibin. Xwuşka wê bi xwe şahidê van axaftina ye. Qeydiyên telefonan hene. Ji xwe aqilê wî temam nîn bû û dema xwest bireve, hat girtin. Malbat xemgîne. Bila piçek êşa malbatê deyne û edalet bicîh were. Em di mijarê de ji herkesî destekê dixwazin.”

Parve bike: