TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îdia: Parlamenterê Kurd agahiyên cihê êrîşan dane milîsan

Admin H
Nivîskar
📅 02 nîsan 2026 18:01

PeyamaKurd - Hate îdiakirin ku rojnamevanekî naskirî yê bajarê Silêmaniyê ragihandiye ku parlamenterekî Kurd lokasyon û zanyarî dane milîsên Hizbullah û Nuceba yên girêdayî Heşdî Şeibî da ku çend deverên Herêma Kurdistanê bombebaran bikin.

Rojnamevan Beşdar Baziyanî yê ji Silêmaniyê eşkere kir ku piştî bûyerên dawî yên Hewlêr û Silêmaniyê, dûrî her cure hestiyarî û gotinên bazarê, niha dema hesabpirsînê ye ji wan parlamenterên ku "di bin banê derewîn ê dijberiya YNK û PDK û xizmeta xelkê de bûne berdevk û behane di cihê Bexdayê de û bûne casûsên Heşdî Şeibî û milîsên terorîst ên Iraqê."

Baziyanî dibêje: "Ew parlamenterên Kurd ên ku di her firsendeke biçûk de wan hembêz dikin, an jî ewên ku di kanalên (Al-Ahd û Sabereen – du medyaya milîsan in) de daxwaza livandina hêz û artêşa Iraqê dikin, diçin beşdarî civînên ewlehiyê dibin û lokasyonan didin."

Rojnamevan Baziyanî daxwaz kir ku Dozgerê Giştî dozê vebike û got: "Ma ev yek maqûl e tu parlamenter bî û lokasyonan bidî milîsan ji bo bombebaranê? Ev reftar li her welatekî din bihata kirin, dê ser û guhên wî bitaşiyana û ew bikira mînak."

Parve bike: