Kurdistan
Îhsan Newrozî yê Kurd di zîndana Kirmanşahê de hat îdam kirin
PeyamaKurd – Kurdê bi navê Îhsan Newrozî bi sedema “bi zanîn mêr kuştiye”, cezayê îdamê dabûnê. Newrozî xwediyê baweriya Yaresaniye, li bajarê Kirmanşahê di zîndana Dîzel Abdal de an ku bi navê din, di zîndana navenda Kirmanşahê de îdam kirin.
Îdama Newrozî di 29ê Êlûna 2026an de di wexta şefeqê de kirin. Newrozî zewicandîbû, zarokekî wî hebû û ji gundê Palan Olya yê bi ser navça Dalahûyê bû.
Rayedarên Îranê li herêma Sarpol-e Zahabê, piştî şerekî grûbî, bi sedema “bi zanîn mêr kuştiye”, di sala 20217an de hatibû girtin. Daraza Îranê paşî cezayê didardekirinê dabû Newrozî.
Daraz û medya dewleta Îranê îdama Newrozî ji raya giştî re ragihand.