Kurdê bi navê Avşîn Ezîzî dê sê sal di zîndana Urmiyê de bimîne
PeyamaKurd – Kurdê bi navê Avşîn Ezîzî berê bi 2 mirovên xwe ve hatibû girtin û 3 sal cezayê zîndanê dabûnê. Ezîz niha li zîndana Urmiyê li nav girtiyên siyasî de ye.
Ezîzî bi xwe ji xelkê Deşta Mêrgewerê ji navça Dizê ye. Dema dadgeha Urmiyê bangî wî kir û di 11ê Cotmeha 2026an de çû beşa tenfîzê, wî girtin û şandin zîndana nevendê ya Urmiyê.
Dadgeha Urmiyê berê bi sedema endamê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ye 3 sal ceza dabûnê.
Di 24ê Hezîrana 2025an de, bi şev seet li dora 03.00an bi dehan hêzên ewlehiyê avêtibûn ser mala wî, birayê wî Kako Ezîzî û biraziyê wî Bextiyar Ezîzî xistibûn bin çav. Di wexta operasyona wan de, dewletê şiddet û heqaretê li wan kiribû.
Bextiyar di heman rojê de berdanûn û Avşîn û Kako biribûn navenda îstîxbarata Urmiyê, 21 roj di bin çav de mabûn. Di pêvajoya darazê de, bi kefalet wan serbest berdabûn.