Çand_û_Hûner
Hunermenda Lor Şeyda Saberî li Şîrazê girtin û wê şandin zîndana Adelabadê
PeyamaKurd – Polîsên giştî yên Îranê hunermenda Lor ya bi navê Şeyda Saberî li bajarê Şîrazê wê kirin zîndanê û wê neqlî zîndana Adelabadê kirin. Saberî di wexta tevgera jin, jiyan, azadî de jî xistibûn bin çav.
Li gor agahiyên Hengawê bi dest xistine; polîs di 20ê Êlûna 2026an de wê li bajarê Şîrazê digrin û paşî wê birine zîndana Adelabadê qawîşa jinan.
Rayedarên Îranê sedema girtina Saberî ranegihandine lê di wexta protestpoyên Jîna Emînî de 11 meh di zîndanê de mabû.