TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îran: Çekdarên PJAKê li Sineyê pasdarekî malnisîn kust

Admin H
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2022 01:52

PeyamaKurd - Qeymeqamê Sewlawa ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Hesen Zarihî îro Yekşemê 24ê Tîrmehê ragihand ku pasdarekî malnişîn bi navê Qehreman Şehîdî li gundê Sûretû li sînorê qezaya Sewalawa di êrîşeke çekdarî ya endamên PJAKê de hatiye kuştin.

Berpirsê îranî diyar kiriye ku Qehreman Şehîdî 58 salan endamê rêxistina Besîc (rêxistina bi ser Supaya Pasdaran ve) bûye û di salên 80yî de tevlî refên Pasdaran bûye.

Qeymeqamê Sewlawayê daye xuyakirin, çend endamên PJAKê destpêkê li nav gundê Sûretû bi hevjîna Qehreman re axivîne û daxwaza adresa wî kirine û paşê endamên PJAKê Qehreman dîtine û gule berdane wî û ew kuştine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Besîc rêxistineke çekdar a girêdayî Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ye û sala 1980yî bi biryara rêberê wê demê yê Îranê Ayetullah Xumêynî di çarçoveya plana avakirina artêşeke 20 milyon kesî de hatiye avakirin.

Rêxistina PJAK ku bi ser PKKê ve ye, şerê çekdarî li dijî Îranê demek dirêj e daye rawestandin. Piştî çend salan cara yekem e PJAK bi kuştina berpirsekî Îranê tê tohmetbarkirin.

Parve bike: