Kurdistan
Îran Seqer û zozanê Berbizinê topbaran kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Îranê zozanê Berbizinê yê devera Bradostiya topbaran kiriye. Îran êrîşên xwe yên herêma Kurdistanê di roja 6 an de jî topbarana xwe dewam dike. Peymanêrê K24 ê ragihandiye ku piştî toppbaranê agir bi zozana ketiye.
Do jî artêşa Îranê li Koyê li baregaha KDP-İ yê, li Silêmaniyê li baregeha Komelê ya li Zirgwêzê û li Pirde li baregeha PAK ê xistibû di encamê de 13 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 58 kes birîndar bûbûn.
Fermandarê hêzên bejayiyê yê Îranê Muhammed Pakpur gotibû ku di êrîşan de 73 heb fuzeyên balîstîk û bi dehan balafirên bêajotvan yên Kamîkaze bikaranîne.