TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rejîma Îranê zozanên Berbizîn û ses gundên geliyê Zerê topbaran kir

Admin L
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2022 16:05

PeyamaKurd – Rejîma Îranê zozanên Berbizîn û şeş gundên geliyê Zerê yên nahiya Sîdekanê li parêzgeha Hewlêrê topbaran kir.

Hat zanîn ku îro 11 roj in bi berdewamî zozanên Berbizîn û gundên ser bi Nahiya Sîdekanê, ji aliyê topxaneya Îranê ve tên topbarankirin.

Supaya Pasdarên Îranê jî roja 28ê Îlona borî bi rêya 73 moşekan û bi dehan dronan êrîşî çend navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Parve bike: