Kurdistan
Îran tohmeta destêwerdana ku di karûbarên Iraqê de kiriye red dike
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade tohmeta destêwerdana ku Îran di karûbarên Iraqê de kiriye, red dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro di kongreyeke rojnemevanî de diyar kir, pêwîst e Amerîka têbigihê fêda zimanê hêz û êrîşê li Rojhilata Navîn nîne.
Herwiha Seîd Xetîbzade red kiriye ku welatê wî destêwerdan di karûbarên navxwe yê Iraqê de kiribe û Îran ti carî naxwaze destêwerdanê di karên Iraqê de bike.
Cihê behsê ye, milîsên Heşdî Şabî li Iraq û Sûriyê hêzên Amerîkayê dikin armanc û wêneyên serkirdeyên Îranê belav dikin.