TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê cardin bi dronan êrîşî kampa PDKÎyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2026 18:32

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Îranê bi du dronan êrîşî kampa pêşmergeyên Hizba Demokrat ya (PDKÎ) ya li Dola Akoyan ya ser bi Îdareya Soran ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê kir.

Medya PDKÎyê piştrast kir ku di encama êrîşê ti ziyanek çênebûye.

Hêjayî gotinê ye doh bi şev jî bi dronan êrîşî Kampa Zewî Spî ya malbatên Hizba Demokrat ya li sînorê navçeya Koye ya Hewlêrê hatibû kirin.

Parve bike: