TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê kolberekî Kurd yê bi navê Muhammed Tohîdpena kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 10 tebax 2026 15:25

PeyamaKurd – Kolberê bi navê Muhammed Tohîdpena dema barê xwe ji Başûrê Kurdistanê dibir Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Banê li devera sînor ya bi navê Hengezhalê, dema barê wî li ser pişta wî bû, ji aliyê hêzên alaya sînor yên Îranê de hat kuştin.

Rûdan vê sibê di wexta zû de, dema grûbekî kolber barê xwe dibirin malê, hêzên sînor yên Îranê, bi gulebarana raste rast li wan xistin.

Kolberê bi eslê xwe ji bajarê Seqizê, ji navça Sarşîvê ji gundê Wazmalehê bû yê bi navê Muhammed Tohîdpena (25) li ciyê rûdanê ji terefê Îraniyan de hat kuştin.

Parve bike: