TR KU SO
FB X
Kurdistan

Iraq: 7 mehe petrol naçe Ceyhana Tirkiyê

Admin M
Nivîskar
📅 28 gulan 2018 21:16

PeyamaKurd- Li bajarê Kerkûkê ya bi ser Kurdistanê, rojane 550 hezar bermîl petrol dikare derxe lê ev 7 mehe ku bi sedema gengeşeya navbera Kurdistanê û Bexdayê nikarin petrolê bişînin xeta petrolê ya Ceyhan a Tirkiyê.

Beyan ji aliyê berdevkê wezareta petrolê Asim Cîhad ve hat dayîn. Di beyanê de Cîhad ragihand ku şandina petrolê bi sedema îxtîlafa peymanên li ser petrolê yên navbera Rêvebiriya Herêma Kurdistanê û Bexdayê, nikarin ji Kerkûkê petrolê bişînin Ceyhanê.

Cîhad ragihand ku Hewlêr û Bexda li hev bikin, dikarin di ser xeta Kurdistanê de petrolê bişînin Ceyhana Tirkiyê.

Li Kerkûkê bi 5 ciyan petrol dertê û rawestandina şandina petrolê ji aliyê Bexda û Tirkiyê de hatibû rawestandin û niha mijara gazinên her dû welatan e.

Parve bike: