Iraq û Tirkiye li hev kir: Îxracata petrolê dê di ser xeta Kurdistan-Ceyhanê de dewam bike
PeyamaKurd – Sekreterê encumena wezîran yê Herêma Kurdistanê Amanc Rahim, ji bo petrola Iraqê û Herêma Kurdistanê di ser lîmana Ceyhana a Tirkiyê derbas bibe, di navbera Tirkiyê û Iraqê de “peymanekî demkî” hat îmza kirin.
Amanc Rahim, ragihand ku hevdîtin li Ankara li ser dahatûya îxraca petrolê bûye. Rahim ragihandina xwe di ser medya civakî de kir û got ji bo petrol di ser xeta borûya Kurdistan-Ceyhanê de bibe, dewama sewqiyatê xistine bin temînatê.
Peymana petrolê ya navbera Iraqê û Tirkiyê di 27ê Tebaxa 1973an de hatibû îmzakirin û wexta peymanê diqede. Peyman wê di 27ê Temmûza 2026an de biqede. Ji ber wê her dû teref ji bo salekî peymanê dirêj kirin.
Ji bo îxracata petrolê dewam bike û navbir nekevê, salekî hat dirêjkirin. Peyman zemîneka stratejik amade dike ji bo dewama îxracatê.
Rahimi got ku ji bo car din peymanê dirêj bikin û peymana stratejik amade bikin salekî pêwiste.