Îro 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê ye...
PeyamaKurd - 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê ango Roja Ala Rengîn a neteweya kurd e.
Wek hemû alên cihanê, ala Kurdistanê jî berhema dîrok û nîşana nirxên netewî yê Kutdistanê ne.
Ala Kurdistanê alaya rêxistina Xoybûn e ku yekem car li ser Hawara Mîr Celadet Bedirxan hatiye neqişandin û li ser Çiyayê Araratê bi destê şervanên serhildana Agiriyê bilind bûye.
Ala Rengîn ala fermi ya Komara Kurdistanê ya Mehabadê ye.
Ala Rengîn sala 1999an ji aliyê parlamentoya Herêma Kurdistanê ve bi fermî hat pesendkirin û 11ê Mijdara sala 2004an jî bi biryarekê 17ê Kanûnê weke roja Ala Kurdistanê hat diyarkirin.
Her sal Roja 17 Kanûnê li Başûrê Kurdistanê li ser fermangeh û sazî û cihên giştî Ala Kurdistanê tê bilindkirin û bi şahî û merasîmên taybet ev roja netewî tê pîrozkirin.
Roja Ala Kurdistanê li hemû gelê Kurd û Kurdistanê pîroz be û bi hêviya ku her tim bi şanazî û serbilindî Ala Rengîn her bilind bimîne...