TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îsal bereketa mismisên Meletiyê kêm e

Admin M
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2020 01:39

PeyamaKurd- Mişmişên (Qeysî-zerdele) bajarê Meleti ya bakûrê Kurdistanê li seranserê dinyayê pêdiviya % 85 temîn dike. Hilberîna mişmişên Meletiyê ji tevayê hilberîna dinyayê zêdetire. Lê bi sedema barana zêde û zîpikê, bereketa wan ya îsalê li gor salên borî kêm e.

Bajarê Meletiyê her sal li dora 25 mîlyon dolarî mişmiş difroşe welatên derve. Li seranserê bajarê Meletiyê li dora 11 mîlyon û 500 hezar darên mişmişan hene. Li dora 50 hezar malbat debara xwe bi wan dike.

Li Meletiyê her sal li dora 120 hezar ton hilberîna mişmişan çêdibe lê dibe ku îsal ev miqdar dakeve nîvî. Kêfxweşiya hilberîneran ew e ku bihayê mişmişan îsal ji temamê salan baştire.

Her sal civandina mişmişan di dawiya meha hezîranê de destpêdike û heya nîvê tebaxê dewam dike.

Parve bike: