TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hilberîna mismisên hiskkirî yên Meletiyê texmînî wê 76 hezar ton be

Admin M
Nivîskar
📅 17 hezîran 2022 01:34

PeyamaKurd – Bajarê Meletiyê bi hilberîna mişmişan bi nav û denge. Li seranserê dinyayê % 80 ê mişmişên dinyayê li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê tê hilberîn. Mişmiş hem li ser sifra xwarinê tê xwarin û hem tên hişkkirin û di gelek xwarinan de tê bikaranîn.

Miqdarê hilberîna mişmişên hişkkirî li Meletiyê îsal 75 hezar û 776 ton hat ragihandin. Ev reqemekî texmîniye. Li gor sala berê miqdar %10 dadikeve jêr. Lê weka mişmişên nehişkirî miqdarê ku hilberîna wê tê texmînkirin ji bo raya giştî weka 336.782 ton hat ragihandin. Ragihandin ji aliyê parêzgeha Meletiyê de û tesbîta hilberînê ji aliyê Rêvebiriya Çandiniyê ya Meletiyê û komisyona tesbîtê ya Meletiyê de hat kirin.

Rêvebirê Çandiniya Meletiyê Tahir Macit weha got:

“Texmînî mişmişên di daran de 336.782 ton e. 33.680 ton ji bo ser sifrê, îxracata mişmişên ter, ji bo ava meywe û bazara nav hundire. Ev reqem jî dike %10 ê mişmişan. Ji bo hişkkirinê 303.102 hezar ton mişmiş tê hilberîn ku jê 75.776 ton mişmişên hişk tê bidestxistin.

Li bajarên cîran jî hilberîna mişmişan têkirin û em bende ne ku li dora 85.500 ton mişmiş bê hilberîn. Ji Xarpêtê 5.662 ton, li Mereşê 2.500 ton, li Sêwasê 1.672 ton bi giştî 9.834 ton mişmişên hişkkirî dê bê hilberîn. Dema em hilberîna xwe û ya wan bajaran dixin ser hev, miqdar texmînî dibe 85.500 hezar ton.

%10 hilberîna me kêm bûye. Her sal li dora 90 hezarî îxracata me çêdibe. Niha em bende ne ku li dora 500 mîlyon dolarî pere bikeve bazara me lê di salên pêşde em texmîna 1 mîlyar dolarî dikin.”

Macit, sedema ku hilberîn li dora %10 daketiye jêr sedema wê bi barana teyrokê ve gire da ku li debrê xistiye lê ev zerarê nade kalîta mişmişan.

Parve bike: