TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îsraîl: Ji bilî rûbirûbûna Îranê ti bijarde nemane

Admin H
Nivîskar
📅 03 sibat 2021 18:29

PeyamaKurd - Wezîrê Niştecîkirinê yê Îsraîlê Tzachi Hanegbi da xuyakirin, ji ber ku Amerîka ti carî êrîşî bernameya atomî ya Îranê nake, Îsraîl neçar dimîne ku rûbirûyî Îranê bibe.

Wezîrê Niştecîkirinê yê Îsraîlê Hanegbi, ji medyaya welatê xwe re daye xuyakirin ku 2 rê li ber Îsraîlê hene, yan bi ten wê êrîş bike ser bernameya çekên atomî ya Îranê, yan jî wê ligel Îrana xwedî çekên atomî aş bibe.

Tzachi Hanegbi daye zanîn, Amerîka ti carî êrîşî bernameya atomî ya Îranê nake û ji ber wê jî Îsraîl neçar dibe bi tena sere xwe rûbirûyî metirsîyên Îranê bibe.

Wezîrê Îsraîlê gotiye, ji bilî rûbirûbûna Îranê ti bijarde di deste Îsraîlê de nemaye.

Parve bike: