Kurdistan
Îstîxbarata Îranê li Mahabadê Kurdê bi navê Soran Sohrabî girt
PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mahabadê Kurdê bi navê Soran Sohrabî (30) girt. Tewana ku Îran ji bo Sohrabî dike, casûsiye. 2 hefteye ku ji Kurdê navborî ti agahî nîne û ew birine navendekî îstîxbaratê ya li bajarê Urmiyê.
Sohrabi, birayê Arslan Sohrabi ye ku berê ji hevkariya bi PDK a Îranê re, ew bi cezayê îdamê ceza kiribûn. Cezayê Arslan Sohrabî paşî kirin cezayê zîndanê yê heya bi heyayê.
Piştî 7 sal di zîndanê de mabû di Tîrmeha 2024an de bi kefalet serbest berdabûn.