Ji 28ê Sibatê ve 703 Êrîş Birine ser Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Li gorî amaran; ji 28ê Sibatê ve heta beriya agirbestê, Herêma Kurdistanê bi giştî bi 703 fûze û firokeyên bêmirov (ÎHA) hat armancgirtin. Di van êrîşan de 17 kes hatin kuştin û 93 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daneyan, di 24 saetên dawî de (heta sibeha 8ê Nîsanê) 5 êrîşên nû li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. Ji van êrîşan 2 li Hewlêrê, 2 li Silêmaniyê û 1 jî li parêzgeha Duhokê hatine tomarkirin.
Dabeşbûna Êrîşan (28ê Sibatê - 8ê Nîsanê) Hejmara êrîşên li ser parêzgehan bi vî rengî ne:
Hewlêr: 560 ÎHA û Fûze
Silêmanî: 115 ÎHA û Fûze
Duhok: 26 ÎHA û Fûze
Helebçe: 2 ÎHA
Kuştî û Birîndar Bîlançoya mirovî ya êrîşan giran e. Bi giştî 17 mirî û 93 birîndar hatin tomarkirin.
Yên jiyana xwe ji dest dane: Li devera Xelîfanê (Hewlêr) 7 Pêşmerge.
Li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê 1 karmendê Asayîşê.
Jin û mêrek (2 sivîl) ku di malên xwe de bûn armanc.
Li Hewlêr, Silêmanî û Başîkayê bi giştî 6 Pêşmergeyên Rojhilatî
1 serbazekî Fransî ku di 12ê Adarê de li Hewlêrê mir jiyana xwe ji dest dan.
Birîndar:
Di nav birîndaran de 30 Pêşmerge (Devera Soran), 5 serbazên Fransî, 3 personelên Asayîşê û çendîn pasewanên ewlehiyê hene. Her wiha 18 sivîl (kuryeyek, xwendekar û niştecihên kampa penaberan) di êrîşan de birîndar bûne.
Deverên ku Herî Dawî Bûn Armanc
Di 48 saetên dawî de hinek geşedanên krîtîk:
Duhok: Şeva borî derdora saet 01:30an ÎHAyek li asmanê gundekî hat têkbirin.
Silêmanî: Saet 03:00ê şevê dengê teqînekê hat (tê texmînkirin ÎHA an fûze be).
Hewlêr: Şeva Sêşemê saet 23:25an ÎHAyek ket; ziyanên canî nîn in.
Derbendîxan: Roja Sêşemê nîvro, derdora Çiyayê Golanê bi ÎHAyan hat bombebaran kirin.