TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Amerîka û Tirkiyê firînên çavderiyê li ser sînorê Rojava

Admin H
Nivîskar
📅 12 îlon 2019 18:30

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina herêma ewle li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê Amerîka û Tirkiyê îro gera çaremîn a çavderiyê bi piştevaniya helîkopteran pêk anî.

Di dewriyeya çaremîn de, helîkopterên Amerîka û Tirkiyê li ser herêma ji bo herêma ewle hatiya cudakirin, firînên çavderiyê pêkanîn ku leşkerên herdu aliyan jî tê de beşdar bûn.

Ev dewriyeya dawî piştî civînên şanda leşkerî ya Amerîkayê, ku ji Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewropa yê Amerîkayê Stephen Twitty û Cîgirê Fermandarê Hêzên Navendî General Thomas Bergeson pêk hatibû, li Enqer û ser sînor çend hevdîtin kiribûn encam da.

Parve bike: