Kurdistan
Ji Baregeha Barzanî rexneya Foruma MERIyê: Nûnertiya aliyên Kurdistanê nehat kirin
PeyamaKurd - Baregeha Barzanî derbarê lidarxistina Foruma MERIyê ya 2026an a li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ti pêwendiyên vê forumê bi wan re nînin, her wiha rexne li kêmasiyên di vexwendin û pêkhateya panelên forumê de girtin.
Baregehê destnîşan kir ku cihê mixabiniyê ye ku forumê îsal nekarî piraliya siyasî biparêze û beşdariya aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê li ber çavan bigire.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di forumeke wiha girîng de diviyabû nûnertiya doza gelê Kurd bi beşdariya hemû aliyan bihata kirin, û hişyarî da ku ev nêzîkatî dibe sedema dilgiraniya xelkê parçeyên din û kûrkirina dubereyê di navbera zarokên gelê Kurdistanê de.