TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ber bombebaranên Tirkiyê 18 gundên din hatin valakirin

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2020 23:46

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan di nava çend rojên derbasbûyî de ku êrîşên Tirkiyê destpê kirine, 18 gundên din ên dorûbera Duhokê hatin valakirin.

Ji ber êrîşên Tirkiyê di nav 3 salên borî de 42 kesên sivîl ên welatiyên Başûrê Kurdistanê, hatine kuştin ku ji wan 28 kes ji navçeya Amêdiyê ne.

Herwiha di heyama 20 salên borî de, 519 gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber êrîşên Tirkiyê û şerê bi PKKê re hatîne valakirin ku ziyan wê ya li ser xelkê deverê milyar dolaran derbas kiriye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî piştî bombebaranên van rojên dawî, 18 gundên din li herêmên sînorî hatine valakirin û xelkê berê xwe daye nav bajarê Duhokê.

Herwiha ew gundên ku hatine valakirin jî xwe dahateke baş a çandiniyê ne ku gundiyan nekariye biçin ser zevî û milkên xwe.

Parve bike: