TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ber Covid-19ê hemû dibistan û zanîngehên Rojava hatin girtin

📅 14 adar 2020 17:58

PeyamaKurd - Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojava, ji ber vîrûsa koronaya nû (Covid-19) biryar da ku hemû dibistan û zanîngehan heta demeke ne diyar bêne girtin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ragihandina vîrûsa koronaya nû(Covid-19), girtina dibistan û zanîngehan jî di nav de çendîn tevdîr wergirtin.

Li gorî biryara rêveberiya xweser, tevahiya civînê li herêmên Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qedexekirin.

  • Tevahiya dibistan, zanîngeh, peymangehên (xwendekar û mamoste) li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja şemiyê ango îro 14ê Adara 2020an heya demeke ne diyar hatin girtin.
  • Dê derî, dibistan, zanîngeh û peymangeh bi biryara ji Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku pêştre bistîne bên vekirin.
  • Biryara hejmar 15an a girêdayî deriyê  Sêmalka ku di 27.02.2020an de hate derxistin, heta demeke ne diyar di meriyetê de ye.
Parve bike: