TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo dîtina êriskarên bûyera Hewlêrê li Parlementoyê komîteyeke lêkolînê hat avakirin

📅 18 tîrmeh 2019 16:46

PeyamaKurd- Parlamentoya Kurdistanê komîteyek ji bo encamdana lêkolînan li ser bûyera teqekirina li Hewlêrê pêk tîne û dibêje, bûyereke terorstî ye û komîteyek dê lêkolînan li ser wê bûyerê bike.

Cîgirê Serokê Komîteya Pêşmerge û Navxwe, Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê, Osman Kerîm Suware ragihand, ku ew bi tundî wê êrîşê pirotesto dikin, ji ber ku kiryareke terorstî û nexwastî ye, ne çaverêkirî bû.

AVAKIRINA KOMÎTEYEKE LÊKOLÎN Û LIDÛVÇÛNÊ ERKEK E

Osman Kerîm Suware her wiha got, ew weke komîteya pêşmerge û navxwe û asayîşê  li parlamentoya Kurdistanê li gel hêzên ewlehiyê lêkolînan li ser wê bûyerê dikin, heya ku kesê êrîşkar bê dîtin. Suware herwiha bal kişande ser wê yekê jî ku kiryarên bi vî curyî, ewlekariya Herêma Kurdistanê ber bi rewşeke naxwastî ve dibin û tekez kir: “Divê em hemû hewlekê bidin heya ku ew baweriya navdewletî ya ku Herêma Kurdistanê ji xwe re çê kiriye, ji dest neçe.”

Cîgirê Serokê Komîteya Pêşmerge û Navxwe, Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir: “Em avakirina komîteyeke lêkolîn û lidûvçûnê weke erkê xwe dizanin û ji pêncşemiyê ve jî em dê dest bi karê xwe bikin.”

Duh li nêzîkî avahiya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê bûyereke teqekirinê çêbûbû, di encamê de xebatkarekî Konsulxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê û du welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê bi navên Nerîman Osman û Beşdar Remezan canê xwe ji dest dabûn. 

Parve bike: