TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo Mahabadê bangên pistevanî û hawarçûnê têne kirin

Admin H
Nivîskar
📅 20 mijdar 2022 16:31

PeyamaKurd – Bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ku ji destpêka xwepêşandanan ve li ser piyan de, rûbirûyî êrîşeke mezin a hêzên rejîma Îranê bûye ku hêzeke mezin bo bajar hatiye şandin û elektrîka bajêr jî hatiye qutkirin.

Çalakvanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bangên bo piştevanî û hawarçûna bajarê Mahabadê dikin.

Yek ji wan lîstikvanê berê yê futbolê yê Îranê Elî Kerîmî ye ku li ser İnstagramê bang li bajar û bajarokên Îranê kir bi hawara xelkê Mahabadê ve biçin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin.

Hêjayî gotinê ye, di rojên derbasbûyî de xwepêşandan li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê berfireh bûne û di piraniya wan xwepêşandanan de alozî derketine û tenê roja Înê 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.

Herwiha roja Şemiyê (19ê Mijdarê), merasîma cenazeyên kesên hatibûn şehîdkirin de, hêzên Îranê dîsa bi tundî êrîşî ser xelkê kirin.

Li gorî amarên dawî ji destpêka protestoyan heta niha ku 66 roj in berdewam dikin, zêdetirî 402 kes bi gule û êrîşên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin ku 58 kes ji wan jî zarok in.

Parve bike: