Netanyahu banga rewşa lezgîn kir: Deng têne dizîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku di hilbijartinên giştî de ew li paş hevrikê xwe Gadi Eisenkot mane û li ser torên civakî bang li alîgirên xwe kir ku bilez biçin ser sindoqan.
Netanyahu îdia kir ku tevlîbûna dengderên Ereb gihîştiye asteke bilind û anî ziman ku hewl tê dayîn ku hilbijartin were dizîn.
Di heman demê de Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ragihand ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinê di saetên piştî nîvro de gihîştiye %44,9an ku ev rêje ji sala 1977an û vir ve tevlîbûna herî bilind a di wê saetê de ye.
Netanyahu tekez kir ku ev hilbijartin ji bo paşeroja dewleta wan krîtîk e û got ku heke rastgirên wan neçin ser sindoqan, dibe ku hikûmeteke çepgir bi piştgiriya partiyên Ereb were damezrandin.
Tê payîn ku proseya dengdanê heta saet 22:00an berdewam bike û heke ti aliyek nekaribe 61 kursiyan bo avakirina hikûmetê bi dest bixe, îhtimala dubarekirina hilbijartinan li Îsraîlê dê careke din bê rojevê.