TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo saredariyeke din a HDPyî qeyûm hat erkdarkirin

📅 02 mijdar 2019 16:19

PeyamaKurd - Li şuna Hevşaredarê Serayê Caziye Duman ku ji peywir hate girtin, qeyum hate tayînkirin. Hejmara Şaredariyên HDP’ê ku qeyum bi ser ve hate tayînkirin jî derket 14’an
 
Hevşaredara navçeya Seraya Wanê Ceziye Dûman duh di çarçoveya lêpirsîna derbarê siyasemedarên jin ên li Wanê de hat binçavkirin. Wezareta Karê Hûndir Dûman ji peywirê girt û Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Halîs Aydin weke qeyûm tayînê cihê Dûman kir. 
 
Bi Şaredariya Serayê re hejmera tayînakirina qeyûman ên şaredariyên HDP’ê, derket 14’an. 

Şaredariyên ku heta niha qeyum bi ser de hatiye tayîn kirin wiha ne:

  • Şaredariya Amedê
  • Şaredariya Mêrdînê
  • Şaredariya Wanê
  • Şaredariya Colemêrgê
  • Şaredariya Gogsi
  • Şaredariya Peyasê
  • Şaredariya Pasurê
  • Şaredariya Nisêbînê
  • Şaredariya Cizîrê
  • Şaredariya Erdişê
  • Şaredariya Gever
  • Şaredariya Qarazê
  • Şaredariya Bismilê
  • Şaredariya Serayê
Parve bike: