Ji Caggins daxuyaniya bi Kurdî: Leskerekî Amerîkî bi sivikî…
PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins piştî daxuyaniya derbarê êrîşa hêzên rejîmê bi ser dewriyeya Amerîkî de li Qamişlo, di berdewamê de bi Kurdî jî daxuyanî da.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins li twiterê da xuyakirin, dema hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeya xwe encam didan, li nêzîkî Qamişlo rûbirûyî rêbenedeke ser bi rêjîma Sûriyê bûne û Hêzên Hevpeyamniya Navdewletî ew hêz agahdar kirine daku rûbirûbûn çênebe, lê bi çekê sivik ji aliyê kesên nenas ve teqe hatiye kirin û hêzên Amerîkî jî berevanî li xwe kirine û bersiv dane.
Gaggins gotibû dawî li aloziyê hatiye û niha lêkolînê li ser wê bûyerê dikin.
Piştî vê daxuyaniyê Caggins li ser twitterê bi Kurdî jî berdewama wê daxuyaniyê belav kir û got: “Di bûyera xala kontrolê de, leşkerekî Amerîkî di dema bikaranîna amûrê bi awayekî gelekî sivik birîn bû. Niha vegeriya ser karê xwe.”
Update: At the Qamishli incident, one U.S. Soldier had a minor superficial scratch while operating their equipment. The Soldier is back at work. | Di bûyera xala kontrolê de, leşkerekî Amerîkî di dema bikaranîna amûrê bi awayekî gelekî sivik birîn bû. Niha vegeriya ser karê xwe.
— OIR Spokesman Col. Myles B. Caggins III (@OIRSpox) February 12, 2020