TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji PYDê daxuyaniya tabelaya Kurdî: Li dijî peymanê ye

Admin H
Nivîskar
📅 10 gulan 2026 08:18

PeyamaKurd - Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), derbarê rakirina zimanê Kurdî ji tabelayên saziyên fermî, bi taybetî li ser krîza tabelaya Koşka Dadweriyê ya Hesekê daxuyaniyeke belav kir.

PYDyê diyar kir ku ev nêzîkatî li dijî peymanên neteweyî ye û banga naskirina fermî ya zimanê Kurdî kir.

'Nenivîsandina Kurdî li dijî peymanan e’

PYDê bal kişand ser bûyera dawî ya li Hesekê û ragihand ku nenivîsandina zimanê Kurdî li ser tabelaya Koşka Dadweriyê, bi naveroka lihevkirinên siyasî û entegrasyona neteweyî re nagunce. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî ne gefek e, berevajî vê yekê, naskirina pirzimanî serweriya welêt a li hemberî dabeşbûnê hîn xurtir dike.

Banga Destûra Bingehîn

PYDê daxwaz kir ku zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî cih bigire û hate gotin, naskirina mafên zimanî û çandî yên gelê Kurd gaveke neteweyî ye û divê di destûra bingehîn a paşerojê de bi awayekî dadperwer û zelal were parastin. PYDê dubare kir ku heta mafên zimanî neyên naskirin, aramiya mayînde li Sûriyeyê pêk nayê.

Parve bike: