TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji dawa KCK ê 17 sal ceza dan Sara Aktas

Admin M
Nivîskar
📅 07 adar 2019 00:36

PeyamaKurd- Sara Aktaş ya ku ji dawa KCKe dihat darizandin û dozger di derbarê wê de dibêje ew berpirsa KCK ê ya Tirkiyê ye, bi sedema “îdarekirina rêxistina terorê” û “propaganda rêxistinê kiriye” 17 sal û 9 meh û 22 roj ceza danê.

Dawa li dadgeha cezayê giran ya Îstenbolê ya 25 emîn hat dîtin û dadgeh di nebûna Aktaş de ceza dayê. Parzerê wê di dadgehê de amade bû.

Sara Aktaş di sala 2016an de li balafirgeha Îstenbolê ya bi navê Ataturk hatibû girtin û paşî heyeta dadgehê wê serbest berdabû. Heyeta dadgehê ya paşî di xiyaba wê de biryara girtina wê dabû da bikeve zîndanê lê Aktaş firar kiribû.

Parve bike: