Kurdistan
Ji Fransayê pîroziyeke din bo Mesrûr Barzanî
PeyamaKurd - Konsûlê giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Dominique Mass, pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Konsûlxaneya Fransa li Herêma Kurdistanê ragihand, îro danê sibê serokê nû yê hikûmetê Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsûlê giştî yê Fransa li Hewlêrê, Dominique Mass kir.
Mass li ser twîtterê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir û piştevaniya Fransayê bo Herêma Kurdistanê anî ziman.