TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Google Mapsê surprîza sersalê, Nexseya Kurdistanê ji nû ve hat danîn

Admin S
Nivîskar
📅 28 berfanbar 2018 14:10

PeyamaKurd - Tirkiyê ji Google daxwaza rakirina nexşeya Kurdistana mezin ji Google Mapsê kiribû û ew nexşe hatibû rakirin, lê Google car nexşe danî ser Mapsê.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Cahît Turhan çend roj berê ragihandibû ku rayedarên Tirkiyê ji bo rakirina nexşeyê ligel karbidestên Google axivî ne, agahdarî dane wan û xwestine demildest bê rakirin.

Wezîrê Tirk herwiha diyar kiribû ku geşedanên li ser mijarê ji nêzîk ve tên şopandin û pêwendiya wan ligel Google ji bo rakirina nexşeyê berdewam e.

Nexşeya Kurdistanê ku li ser giliyê Tirkiyê ji ser Google Mapsê hatibû rakirin, ji nû ve hat danîn û Nexşeya Kurdistana Mezin a nû wekî Surprîza Noelê (Sersalê) ji aliyê Google ve hat nirxandin.

Lînka Google Maps a Nexşeya Kurdistana Mezin...

Parve bike: