TR KU SO
FB X
Kurdistan

HEVBENDÎ: Em ê li ser rêbaza neteweyî û Kurdistanî bin û qet serê xwe netewînin

Admin H
Nivîskar
📅 19 mijdar 2026 16:01

PeyamaKurd - Meclîsa Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) îro Pêncşemê, piştî serbestberdana 14 endamên wan daxuyaniyek belav kir. HEVBENDÎyê ragihand, hemû endam û kesayetên ku şeva 16ê Mijdarê di operasyoneke polîsan de li şeş bajaran hatibûn desteserkirin, ji aliyê dozgeran ve hatine berdan.

Hate diyarkirin, bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, şeva 16ê Mijdara 2026an di nîvê şevê de (di navbera saet 00:00 û 03:00an de) li bajarên Diyarbekir, Batman, Riha, Îdir, Enqere û Stenbolê li dijî endamên Meclîsa HEVBENDÎyê operasyoneke polîsan hate lidarxistin û polîsan bi ser gelek malan de girt.

Di encama operasyonê de endamên Meclîsa HEVBENDÎyê Bayram Bozyel, Mehmet Can Azbay, Fûad Onen, Abdullah Aydin, Ahmet Geçer, Hasan Dagtekîn, Rojbîn Bukun, Alî Oncu, Sevgî Çelîk, Alî Çeven, Ramazan Taşdemîr, Diyar Ozbakiş û herwiha welatperwera Kurd Arjîn Ceylan û rêvebirê PSKyê Fûat Akkaya hatin desteserkirin. Kesên desteserkirî li rêveberiyên ewlehiyê (emnîyet) yên Diyarbekir, Batman, Îdir û Enqereyê hatin ragirtin.

Herwiha hate diyarkirin ku polîsên Stenbolê bi ser mala Mustafa Ozçelîk a li Stenbolê de jî girt, lê ji ber ku Ozçelîk li Hewlêrê bû, nehat desteserkirin.

Meclîsa HEVBENDÎyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku endamên wan li emnîyet, serdozgerî û dadgehê bi serbilindî û biryardarî encamname û bernameya HEVBENDÎyê parastine.

HEVBENDÎyê da zanîn, hemû kesên desteserkirî roja 19ê Mijdara 2026an di demjimêr 01:30ê de ji aliyê dozgeran ve hatine berdan û Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê dê di rojên pêş de derbarê lêpirsînê de biryarê bide.

Meclîsa HEVBENDÎyê spasiya hemû parêzeran kir ku ji roja yekem heta roja berdanê li emnîyet, serdozgerî û dadgehê bêyî westan û bi dilsozî ligel wan bûn.

Herwiha Meclîsa HEVBENDÎyê spasiya Baroyên 13 bajarên Kurdistanê, Komeleya Mafên Mirovan, partî û tevgerên siyasî, saziyên sivîl, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û dîasporayê û ragihandina Kurdî kir ku piştgiriya endamên desteserkirî kirine û nûçeyên derbarê wan de belav kirine.

Di dawiya daxuyaniyê de, Meclîsa HEVBENDÎyê êrîşa li dijî endamên xwe şermezar kir û tekez kir: “HEVBENDÎ wekî saziyeke neteweyî, li ser rêbaza neteweyî û Kurdistanî dê qet serê xwe netewîne û dê meşa xwe ya li ser biryar, bername û hiqûqa navxweyî berdewam bike.”

Parve bike: