Kurdistan
Ji Koska Spî daxuyanî: Pesnê 'Rola Kurdistanê'..
PeyamaKurd – Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê pêwendiya telefonî ya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de daxuyaniyek weşand.
Hat diyarkirin ku di pêwendiya telefonî de Pence û Barzanî pêşhatên dawî yên li herêma Kurdistanê, pirsgirêkên ewlekariyê û li ser mijara alîkariyên bo koçberên li Kurdistanê vehewîyane axivî ne.
Koşka Spî got, Pence ji ber rola girîng a Kurdistanê di têkoşîna dijî DAIŞê de, pesnê Kurdistanê daye û herwiha ji bo şehîdên Pêşmerge sersaxî xwestiye.
Hat ragihand ku hevdîtinê de Pence û Barzanî li ser hevkariya li dijî aktorên ziyanê digihînin seqamgeriya Kurdistanê û Iraqê jî axivî ne.