TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Mesrûr Barzanî ji bo Pêsmergeyê Sehîd peyama sersaxiyê

Admin H
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2023 20:17

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 26ê Cotmehê ji bo Pêşmergeyê Şehîd Eqîd Salih Zirarî peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbatê kir.

Mesrûr Barzanî got, “Şehîd Eqîd Salih Zirarî, Pêşmergeyekî têkoşer û ji malbateke xebatkar û niştimanperwer bû.”

Serokwezîr Barzanî di peyamê de ragihand: “Pirse û sersaxiya xwe ya kûr arasteyî malbata şehîd Eqîd Salih Fetah Zirarî, Fermandarê Lîwaya 18 a Hêzên Piyade ya Wezareta Pêşmerge dikim û hevparê xema wan im.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Şehîd Eqîd Salih Zirarî, Pêşmergeyekî têkoşer ji malbateke xebatkar û niştimanperwer bû. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihûşta şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”

Parve bike: