TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Nêçîrvan Barzanî peyama erdhejê: Kurdistan ji bo alîkariyan amade ye

Admin H
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2020 03:19

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser erdheja Xarpêtê ya bakurê Kurdistanê peyamek belav kir û hevxemiya xwe anî ziman.

Di peyama ku li ser hesabê twitterê yê Nêçîrvan Barzanî hatiye belavkirin de wiha hat gotin:

“Bi windayên canî yên erdhejê gelekî xemgîn bûm. Sersaxiyê ji malbatên windayan re dixwazim û ji bo birîndaran jî hêviya selametiya bilez dikim. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gel û dezgehên xwe yên xêrxwaziyê amade ye çi ji destê wê were bike, bibe alîkar.”

 

Parve bike: