Ji PDK û Goran daxuyanî: Divê ji bo parastina statuya Kurdistanê stratejî bê danîn...
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran îro 24ê Cotmehê li baregeha Mekteba Siyasî ya PDKê ya li Pîrmamê civiyan.
Piştî civînê hate ragihandin ku PDK û Goran piştevanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û pêdivî dibînin ku hemû hêza xwe ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê kom bikin.
Di daxuyaniya hevpar de hatiye diyarkirin ku danûstandin li ser rewşa hestiyar a deverê bi giştî û Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî hatiye kirin û hate gotin, herdu alî yek bûn ku hemû hêz û aliyên siyasî ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê û danîna stratejiyeke hevpar a neteweyî ya hêz û aliyên siyasî ji bo hilgirtina berpirsyarîya vê qonaxê bên komkirin.
Herwiha tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan hat kirin, bi taybet piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêngavên wê yên bi Hikûmeta Federal re, ji bo dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û mafên darayî, wekî mûçeyên mûçexuran û baştirkirina rewşa welatiyên Herêma Kurdistanê.
Di civînê de, şanda Tevgera Goranê ji Omer Seyîd Elî, Mistefa Seyîd Qadir, Aso Rehîm, Kardo Mihemed, Dilêr Ebdulxaliq û Bextyar Ewlî beşdarî kirin. Şanda PDKê jî ji Fazil Mîranî, Sîdad Barzanî, Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Cafer Êmînkî û Piştîwan Sadiq pêk hat.