Ji PDKê di salvegera Enfala Behdînan de daxwaza qerebûkirinê
PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, di 38emîn salvegera Enfala Behdînan de peyamek belav kir û tekezî li ser qerebûkirina madî û manevî ya kesûkarên enfalkiriyan û hemû qurbaniyên rejîma berê ya Iraqê kir.
Fraksiyona PDKê di peyama xwe de ragihand ku 38 sal di ser tawana biêş a Enfala Behdînan re derbas dibin û got: "Em bi rêz û xemeke mezin ve enfalkiriyên Behdînanê û tevahiya Kurdistanê bi bîr tînin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma wê demê ya Iraqê bi awayekî sîstematîk sivîl, bajar, gund û deverên Behdînanê bi çekên qedexekirî kirine armanc.
Di dawiya peyamê de Fraksiyona PDKê bang li hukûmeta Iraqê kir ku berpirsyariyên xwe yên destûrî û exlaqî bi cih bîne û zirarên madî û manevî yên ku gihîştine kesûkarên enfalkiriyan qerebû bike.