Nêçîrvan Barzanî di 38emîn salvegera Enfala Behdînanê de peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 38emîn salvegera Enfala Behdînanê peyameke bîranînê belav kir û serê xwe li ber giyanê pak ê hemû şehîdan tewand.
Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku rejîma berê ya Îraqê di sala 1988an de bi çekên qedexekirî êrişî xelkê sivîl, ax, av û jîngeha Behdînanê kiriye û daxwaz ji Hikûmeta Federal a Îraqê kir ku qerebûya madî û manewî ya malbatên qurbaniyan bike.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku ev tawana ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanên Îraqê ve wekî komkujî hat xuyakirin, divê di asta navneteweyî de jî wekî jenosîd bê naskirin.
Wî destnîşan kir ku divê ev dîroka tijî tawan ji bo tevahiya Îraqê bibe ders daku rê li ber her cure zordariyê bê girtin û bal kişand ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî.
Barzanî di dawiyê de spasiya taybet a xelkê Hewlêr û derdorê kir ku di rojên dijwar ên Kampa Cêjnîkanê de piştgirî dane xelkê Behdînanê.