Ji PYDê serdana Şamê: Entegrasyon hat nîqaşkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şandeke PYDê ya ji Hevserokê PYDê Xerîb Hiso, Sema Bekdaş, Silêman Ereb, Sureya Mustafa û Hesen Ebdullah pêk dihat, roja 13ê Gulana 2026'an serdana paytexta Sûriyeyê Şamê kir.
Hate diyarkirin ku şandê bi Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya hikûmeta demkî re hevdîtin pêk aniye ku ev saziya şêwirmendiyê rasterast girêdayî Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ye û di avakirina perspektîfên fermî yên Şamê de xwedî roleke diyarker e.
Hat ragihandin ku ev hevdîtin li ser bingeha lihevkirina pêşîn a di 21ê Nîsanê de hatiye kirin, dema ku şandeyeke ji Şamê serdana Qamişloyê kiribû.
Gotûbêjên li ser destûrê û plana firehkirina siyasetê
Di vê rûniştina dualî de, şanda PYDê û rayedarên hikûmetê bi berfirehî li ser çareserkirina meseleya Kurd, amadekirina destûra bingehîn a nû, fermîbûna zimanê Kurdî û entegrasyona siyasî nîqaş kirine.