Ji Qubad Talebanî spasiya kongreya YNKê
PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî piştî ku di kongreya çerem a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) de wekî Endamê Konseya Serokatiyê hat hilbijartin, peyamek belav kir.
Talebanî di peyama xwe ya ku li ser twitterê belav kiriye de, kêfxweşiya xwe ya bo encamdana kongreya YNKê tîne ziman û spasiya xwe li hemû delegeyên kongreya YNKê dike ku ew jî wekî endamê serokatiyê hilbijartine.
Qubad Talebanî dibêje, ew bawer dike kongreya YNKê bibe sedema aramaî û encamdana Kurdistaneke yekgirtî.
Di roja yekem a kongreya YNKê ya ku doh 21ê Kanûna 2019an li Silêmaniyê hate kirin de, Kosret Resûl Elî bi piraniya dengan ji bo Serokê Encûmena Giştî ya YNKê hat hilbijartin û Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana QubadTalebanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq jî wek endamê Konseya Serokatiya YNKê hatin hilbijartin.
YNK ji ber wefata Celal Talebanî û ji ber neliheviyên nav partiyê piştî 9 salan kongreya xwe ya ewil li dar dixe. Kongreya YNKê îro 22yê mehê jî ji bo hilbijartina endamên giştî berdewam dike.